Hewramanî: Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê yekîneyên îdarî ligel xelkî bin

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike ku di civîna navbera Mesrûr Barzanî û şanda bilind a Hikûmeta Îraqê de behsa pirrkirina sotemeniya navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve hatiye kirin û daxwaza dabînkirina nefta spî ya malan jî hatiye kirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramamî îro Yekşem, 25ê Cotmeha 2026ê, ragihand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji nêzîk ve ligel tevaya texên devera Behdînanê civya û guhdariya dîtin û daxwaziyên wan kir, herwesa rastrast ji berpirsên yekîneyên kargêrî re jî got: "Daxwaza we bo başbûnê çi qas be, daxwaza me zêdetir e. Divê hûn herdem ligel xelkî bin."

Pêşewa Hewramamî amaje bi wê yekê jî kir ku Serokwezîr daxwaz ji berpirsan kiriye ku dergehên wan herdem li ber welatiyan vekirî bin û nêzî wan bin, herwesa biryara pêkanîna lîjneyekê hatiye dan, bo şopandina wan daxwaziyên ku di van çend rojên borî de gihane ber destên wan, daku bi rêya nivîsîngeha Serokwezîr û wezaretên peywendîdar arêşe bên şopandin û li gorî şiyana darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên bicihanîn.

Di derheqa civîna navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda Hikûmeta Fedral de jî, Pêşewa Hewramamî ron kir ku civîneke pirr baş bi rê ve çû û tewerê serekî girêdayî pirsa neftê di projeqanûna budceyê de bû; di wê civînê de tekez li ser dabînkirina pêdivîtiyên sotemeniya navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Fedral ve hat kirin, herwesa daxwaza nefta spî ya malan jî hat kirin ku bersiveke erênî di wî waîr de hebû.

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku tewerekê din ê wê civînê pirsa parastina zeviyên petrolê bû, daku rê li çêkirina her astengekê bê girtin û garantîya tam pê bê dan ku karên xwe bi selametî bikin.