Tirkiyê 14 kes ji ber êrîşê Enqerayê girtin
Di 17ê Sibatê de êrîşek xwekujî hatibû encamdan, tê de 28 kesan canê xwe jidest dabû, 61 kes jî birîndar bibûn.
K24-Enqera
14 kesên ku jiber êrîşa Enqerê hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatine girtin. 7 kesên din jî hatine berdan.
Piştî teqîna 17ê Sibatê ya li Enqerayê li 10 bajarên cûda 21 kes bi tohmeta destkarî û hevkariyê hatibûne binçavkirin.
Piştî lêpirsînê 14 kes bi hênceta alîkariya rêxistinek terorîstî û sextekariyê ji aliyê Dadgeha 5emîn a Sulh û Ceza ya Enqerê ve hatine girtin. 7 tometbar jî hatine berdan.
Di 17ê Sibatê de,li ser rêya Dîkmena Enqerayê di dema derbasbûna servîsa leşkerî de, êrîşek xwekujî hatibû encamdan, tê de 28 kesan canê xwe jidest dabû, 61 kes jî birîndar bibûn.
Berpirsên hikûmetê jiber teqînan YPG tawanbar kiribû, lê rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê TAKê girtibû serxwe.