Lîwaya 71 supayê Îraqê hat şandin bo Herêma Kurdistanê.
Hinartîyê tayebetê serokê Emerîkayê di hevpeymanîya nêvdewletî de bo şerrê Daişê ragehand: Lîwaya 71 supayê Îraqê hat şandin bo Herêma Kurdistan, ji bo rizgarkirina bajêrê Mûsilê,.
K24- Hewlêr:
Hinartîyê tayebetê serokê Emerîkayê di hevpeymanîya nêvdewletî de bo şerrê Daişê ragehand: Lîwaya 71 supayê Îraqê hat şandin bo Herêma Kurdistan, ji bo rizgarkirina bajêrê Mûsilê,.
Birêt Makgork hinartîyê taybetê serokê Emerîkayê di Hevpeyamnîya Nêvdewletî de, di tiwîtekê de nivîsîye: Lîwaya 71 supayê Îraqê, piştî temamkirina meşqên xwe, hat şandin bo Herêma Kurdisatnê ji bo oprasyona Mûsilê.
Birayare berî bi dawîhatina ev sal, bi alîkarîya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hevpeyman, Supayê Îraqê dest bike bi orasyona rizgarkirina Mûsilê.
Piştî nêzîkî heft mehan ji kontirolkirina bajêrê Felûcee li rojavaya Îraqê, ji alîyê çekdarên Daişê ve. Daişê hiriş kire ser bajarê Mûsilê û li 11/6/2014 kontirol kir û hêzên ewlekarîyên evî bajêrî û sûpayê Îraqê jî, bê berevanî Mûsil bicih hêlan, ji wê demê ve heya niha Mûsil kevtîye bin destên çekdarên Daişê û sûpayê Îraqê nekarîye wê azad bike.