Sinûrê fermîya Rojhilata Kurdisatnê dihê daxistin.
Elîreza Aşnager serokê Navenda Hilbijartinên Parêzgeha Sine ragehand: Bo dema sê rojan, li roja Pêncşembîyê heya Şembîya dahatî derazinkên fermîyên sinûrê Rojhilata Kurdistanê dê bihên daxistin.
K24- Hewlêr:
Elîreza Aşnager serokê Navenda Hilbijartinên Parêzgeha Sine ragehand: Bo dema sê rojan, li roja Pêncşembîyê heya Şembîya dahatî derazinkên fermîyên sinûrê Rojhilata Kurdistanê dê bihên daxistin.
Hevdem Mesûd Têlî rêveberê gumrika Hacî Omeran ragehand: Îranê Herêma Kurdistanê agahdar nikirîye ji vê biryarê.
Elîreza Aşnager got jî: ji bo asayîşa zêdetir û baştir bi rêveçûna hilbijartinan sê rojan derzînkên fermîyên sinûrê hevpişk dihên daxistin û hemû gumrikên Sinûra hevpişik hatine agahdarkirin li vê biryarê.
Li ser evê biryarê Mesûd Têlî rêveberê gumrika Hacî Omeran bi malpera Kurdistan 24 ragehand: Heya niha bi fermî ji alîyê Komara Îsalamîya Îranê em nehatine agahdarkirin ku li rojên bi rêveçona piroseya hilbijartinên Çranê derazînkên hevpişik li gel Herêma kurdistanê dihên daxistin.
Biryare li roja Heynî 26ê/ evê mehê, hilbijartinên Perlemana Komara Îslamîya Îranê û Civata Şarezayên Rêberîya Îranê bihên encamdan.