DAIŞê “4 hezar” Mûsilî darve kirine

Amadekariyên destpêkirina proseya azadkirina Mûsilê berdewam in.

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Iraqî ragihand ku, heta niha DAIŞê 4 hezar Mûsilî gulebaran kirine û darvekirine.

Ji Hezîrana sala 2014an de, Mûsil di bin destê rêxistina DAIŞê ya radîkal de ye.

Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê, Ûsame Nucêfî di daxuyaniyekê de balkişande ser hejmara xelkên Mûsilê yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

Nucêfî diyar kir ku, ji dema ketina Mûsilê ve, 4 hezar kesên sivîl ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin, darvekirin û gulebarankirin.

Niha jî amadekarî bo destpêkirina proseya azadkirina Mûsilê, berdewam in.

Dê operasyon jî ji aliyê hêzên artêşa Iraqê û çekdarên Sinne û beşdariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û piştgiriya firokeyên hevpeymaniya navdewletî birêve biçe.