Heşda Şeibî daxwaza çolkirina Sayloya Xûrmatû dike û Kurd jî red dike.
Kombûna balaya Kurd û Heşda Şeibî li Tazexûrmatû birêve çû. Pêşbînî dihatkirin birayarên giring bihên dan li ser bi dawaîhatina girjîyên qezayê. Lê berhemê kombûnê ji şermezarkirina karê revandinê, kuştina hevwelatîyan û sizadana encamderên wan tawanan, nebûrîn. Herçende li kombûna berê jî tekez li sere van mijaran hatibûn kirin.
K24- Tazexûrmatû:

Hevwelatîan jî, bawerî bi kombûnan nemane û daxwaz dikin çareserîya bingehî bo arîşeyan vebînin. Arîşeyên Tazexûrmatû û berdewamîya revandin û kuştina hevwelatîyan , careka din berpirsên Kurd û Heşda Şeibî komkirin.
Kombûna evê carê li asteka bilind biriveçû, lê her ew xalên kombûna berê dûbarekirn ku cara pêşyê li ser rêkkevtibûn.
Li gor zanyarîyên Kurdistan 24, di niha de xalên nakok di navebra Kurd û Heşda Şeibî de pirsa çolkirina Sayloya Xûrmatû û bazgehên serkîyên Xûrmatûyê ku Heşda şeibî bi berdewam daxwaz dike radestên hêzên Polîsan bihên kirn û ji alîyê hêzên Pêşmerge û Kurd red dihê red kirin.