NY: Tîma çekên kîmyayî li Sûriyê dest bi lêkolînan dike
Di tebaxa sala 2015an de, NY bi armanca lêkolîn li ser êrîşên çekên kîmyayî li Sûriyê, tîmek bi nave "tîma Lêpirsîna Hevbeş" ku ji 24 kesan pê tê hatibû damezran.
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ragehand ku, tîma lîpirsîna hebeş derbarê destnîşankirina kesên ku çekên kîmyayî li Sûriyê bikar anîne meha Adarê dê dest pê bike.
Derbarê vê mijarê de berpirsa wê time herwiha pispora çekên kîmayî Victoria Jamba daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, tîma wê lîsteyek amadekirye, tê de 7 cihên ku çekên kîmyayî lê hatibine bikaranîn destnîşan kir, ji wan, 5 li Parêzgeha Idlbê ne, yek li parêzgeha Hema û yê din li Parêzgeha Helebê ye.
Jambaaşkere kirk u, tîma wê di heftiya yekemîn a meha Adarê dê dest bi lêpirsînên xwe bike û mehane jî dê raporên derencamê lêpirsîna xwe radestî Neteweyên Yekbûyî bike.
Di tebaxa sala 2015an de, NY bi armanca lêkolîn li ser êrîşên çekên kîmyayî li Sûriyê, tîmek bi nave "tîma Lêpirsîna Hevbeş" ku ji 24 kesan pê tê hatibû damezran.