Brîtanya ji alîkarîkirina Kurdistanê re amade ye
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

K24- Navenda Nûçeyan
Balyozê Brîtanya li Iraqê ragihand ku, welatê wî amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê bike, da ku ji krîza darayî derbas bibe.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê, Franck Biker û şandeya ligel kir.
Li gor daxuyaniyeke fermî, di civînê de behsa Konferansa Ewelahiyê ya Munchenê û çalakî û hevdîtinên Barzanî di wê çarçoveyê de hat kirin.
Herwiha her du aliyan besah krîza darayî ya Herêma Kurdistanê kirin, di vê derbarê de jî, Franck Biker diyar kir ku, welatê wî amade ye şêwirmend û tîmên teknîkî yên pispor bişîne, ji bo alîkariya Kurdistanê bikin da krîzê derbas bike.
Di beşê din ê hevdîtinê de, pêşhatên siyasî û leşkerî yên dawî li Iraq û navçeyê, tevî qonaxa piştî azadkirina Mûsilê hat gotûbêjkirin.