DAIŞê li Bendava Tişrînê êrîşê HSDê kir

DAIŞê li derûdora Bendava Tişrînê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

K24 – Kobanê 

DAIŞê li derûdora Bendava Tişrînê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Li gor peyamnêrê K24ê li Kobanê, îro danê sibê, çekdarên DAIŞê li gundê Sedîn yê başûrê-rojvayê Bendava Tişrînê, êrîşî HSDê kirin, di encamê de şerekî tund derket.

Her li gor peymanêrê me, firokeyên hevpeymaniya navdewletî pêgehên DAIŞê li wê deverê bombebaran kirin, heta niha jî encamên wî şerî nehat ragihandin. 

Di 26 Kanûna sala 2015an de HSDê HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bendava Tişrînê ji destê DAIŞê rizgar kirin û ji wê demê de heta niha çekdarên DAIŞê êrîşên xwe li ser wê hêzê ranewestandine.