Demirtaş: AKP berdewamiya siyasî ya DAIŞê ye
Hevserokê Giştî yê HDPê di komcivîna partiy xwe de gotarek pêşkeş kir
K24- Diyarbekir
Hevserokê Giştî yê HDPê, Tirkiyê bi berdewamiya siyasî ya DAIŞê binav kir. Ragihand jî ku, ji ber hêvî bi çareseriyê nemaye jî, xort berê xwe didin çiyê.
Selahattîn Demirtaş îro di komcivîna HDPê de, derbarê pirsên di rojevê de axivî û rexneyên tund li AKPê û siyasetên wê girtin.
Derbarê êrişên Tirkiyê yên li dijî YPGê û PYDê de, ragihand ku AKP berdewama siyasî ya DAIŞê ye û wiha got: “Ji aliyê Rojava, PYDê ve kevirek jî hate avêtin? Na, tu kes nikare îdia bike. Tu şev û rojan top davêjî van deran. Ehrar el-Şam ne di lîsteya te ya terorê de ye. Hun dibêjin 'PKK û PYD, DAIŞ yek in.' Baş e, nexwe tiştên ku tu li hemberî PKKê dikî, ji hezara yek li hemberî DAIŞê bike.”
Demirtaş balkişanse ser çûna xortan bo nav rêzê gerîleyan û eşkere kir ku “Tenê li Silopiyayê 500 ciwan çûn çiyê. Ka me yê siyaseta demokratîk mezin bikira. Di nav vê pêvajoyê de ciwanek jî tevlî HDPê nebû, ji ber ku di parlamentoyê de hêvî û çareseriyê nabîne êdî.”
Hevserokê Giştî yê HDPê derbarê ‘pêvajoya diyalog û danpstandin' û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de diyar kir ku AKP bi tekez ji danûstandina direve û got: ‘Hemû şer bi aşitiyê bi encam dibe. Em ê ji bo aşitiyê têkoşînê bidin. Divê şer di vê deqqeyê de bisekine. Divê em vê bikin lê tenê bêdengbûna çekan têrî nake.”
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDPê bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir û got: “Sûr, Diyarbekir bi xwe ye. Mixabin piraniya wê derê xira kirin. Em ji vir bang li gelê xwe dikin ku bi gelê Sûr û Cizîrê re hev bigirin. Dê ev rojên şer elbet derbas bibe û dê hesabê van rojan were pirsîn.”