Nerazîbûna li dijî teqandina boriya petrolê berdewam e

Şandina petrola Herêma Kurdistanê ya bo bendera Ceyhanê piştî teqandina boriya petrolê rawestiya.

K24 - Enqere

Êrîşa dijî boriya petrolê ya Kerkûk-Yumurtalikê li Rihaya Bakurê Kurdistanê rastî nerazîbûna parlamenterên Tirkiyê hat. Parlamenteran dan zanîn ku bi vê teqînê ne tenê aboriya Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê herwiha aborî û aştiya li herêmê jî zerar dîtiye. 

Şandina petrola Herêma Kurdistanê ya bo bendera Ceyhanê piştî teqandina boriya petrolê rawestiya. Ev yek li Parlamentoya Tirkiyê bû cihê rexneyan.  Parlamenteran derbarê êrîşî de, bal kişandin ser hêzên navxweyî û navdewletî û destnîşan kirin ku bi êrîşî aboriya baş a Tirkiyê û têkiliyên wê yên baş ên bi dewletên cîran re hatiye armanckirin.

Di vê derbarê de Parlamenterê AKPê yê Trabzonê Adnan Gûnnar got: “Êrîşa li dijî boriya petrolê ya Kerkûk-Yumurtalikê, bi heman awayî êrîşên li Enqerê, ew êrîş in ku ji aliyê rêxistinên mîna PKK û DAIŞê ve hatine organîzekirin.”

Parlamenteran dan zanîn ku gelek dewletên Tirkiyê wan wekî hevalbend dibînin hene û ji ber vê yekê tê xwestin ev têkiliyên dualî yên navneteweyî werin qûtkirin.

Parlamenterê AKPê yê Erziromê Mustafa Ilicali jî wiha axifî: “Pêşveçûna Tirkiyê, rê li ber başbûna têkiliyên aborî yên bi dewletên cîran re jî vedike. Lê belê hêzên navxweyî û navdewletî yên ku naxwazin Tirkiye û dewletên li herêmê bi pêş bikevin, her corê derfetên di destê xwe de bi kar tînin. Ji bo gêşepêdana li herêmê pêk neyê, hemû planan dikin.”

Hat ragihandin ku bi êrîşa li ser xeta petrolê hem Herêma Kurdistanê û hem jî Tirkiyê zirareke mezin ditiye û tu kes êrîşên bi vî rengî qebûl nake. Parlamenterê Diyarbekirê yê HDPê Nimettulah Erdogmuş derbarê mijarê de nerînên xwe wiha anîn ziman: “Yanî di tiştekî de mirin hebe, zerar û ziyan hebe. Mirov nikare bêje ev tişt tişkekî baş e. Wek tê zanîn li hundirê Enqerê teqinek cêbû. Ma mirov dikare bêje ev teqîn tiştekî baş bû? Lê mirov dikare bêje xetereyeke mezin heye, ev işareteke, ev alarmeke, ev hişyariyeke.”

Ji aliyê din ve, parlamenteran gotin ku ji bo rê li ber êrîşên bi vî awayî were girtin, divê di asta herî bilind de, tedbîrên ewlehiyê bên wergirtin û destnîşan kirin ku divê, di warê aborî de jî gavên nû bên avêtin.