Bi belge êrîşkarê Enqerê diyar bû

Bi taqîkirina DNA'yê, nasnameya êrîşkarê Enqerê bi awayekê misoger diyar bû. Ew kes Abdulbakî Somer e û xelkê Wanê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi taqîkirina DNA'yê, nasnameya êrîşkarê Enqerê bi awayekê misoger diyar bû. Ew kes Abdulbakî Somer e û xelkê Wanê ye.

Encamê teqîkirina DNA yên derbarî êrişkarê Enqerê de aşkera bû. Nîmûneyên ku ji bavê xwekujê ji parçeyên wî hatibûn girtin di encama testê de wek hev derketin. Bi awayekê misoger diyar bû ku ew kes Abdulbakî Somer e, ji bakurê Kurdistanê bajarê Wanê ye.

Çend demjimêr piştî bûyerê, Serokwezîrê Tirkiyê ragehandibû, berpirsê teqîna Enqereyê kesê bi navê Salih Necar e û xelkê Hesekê ya rojavayê Kurdistanê ye.

Lê rêxistina Teyrbazên Azadiya Kurdistanê (TAK), piştî 3 rojan bi belavokekê bûyer hildabû ser xwe û aşkere kiribû êrîş ji hêla endamên wan Abdulbakî Somer ve hatiye kirin û tevî wêneyê wî nasnameya wî jî eşkere kiribû.

Di teqîna Enqerê ya 17'ê sibatê de piraniyan efserên artêşa Tirk, 29 kesan canê xwe ji dest dabû.

 

 

Fly Erbil Advertisment