Peykera serkeftinê ya keça Rojava hate çêkirin

Mîre aşkere kir jî ku, buhayê çêkirina wê 11 hezar dolarên Amerîkî ye û di demeke nêzîk de, wê were veguheztin bo bajarê Kobanê.

K24-Navenda Nûçeyan

Weke rêzgirtinekê ji qehremaniya keçê di şerê rizgarkirina bajarê Kobanê de, ji keça Kurd ya şervan re, peykerek  bi navê sembola serkefitinê li Rojavayê Kurdistanê tê çêkirin.

Derbarê çêkirina wê peykerê de, peykersaz Zîrek Mîre daxuyaniyek belavkir, tê de wiha got: "Bi armanca çêkirina vî peykerî, ez ji nav 200 peykersazên Kurdî û Cîhanî hatim hilbijartin. Cihê şanaziya min e ku ez wekî rêzgirtinekê ji qehremanî û rola wê di rizgarkirina bajarê Kobanê peykerekî ji keça Kurd re çê bikin."

da zanîn ku bilindiya peyker 10 mitr in giraniya wê jî 10 ton in, ramana peykerê ji xwedêwendên Girîgan hatiye birin. Mîre aşkere kir jî ku, buhayê çêkirina wê 11 hezar dolarên Amerîkî ye û di demeke nêzîk de, wê were veguheztin bo bajarê Kobanê.