Li Stenbolê 938 telefonên qaçax hatin bidestxistin
Çend kes jî hatine girtin.
K24- Stenbol
Li Stenbolê di operasyona hêzên ewlekariyê de 938 telefonên dest ên qaçax ku ji Iraqê anîne hatin bidestxistin. Der barê bûyerê de 3 kes jî hatin desteserkirin.
Hat diyar kirin ku ji Iraqê bi rê û rêbazên derqanûnî nêzî hezar telefonên destê anîne bajarê Stenbolê. Li ser vê yekê polîsên Tirkiyê, li navçeya Fatîhê li maleke ku gumanbar lê diman operasyon kirin.
3 kesên ku hatin desteserkirin, ji bo lêpirsînê birin Rêveberiya Ewlekariyê ya li kolana Vatanê.
Peywirdarên ewlekariyê, dema operasyonê telefonên ku markayên wan ji hev cudatir e dîtin.
Tîmên ku tev li operasyonê bûn ragihandin ku firotina hinek telefonan li Tirkiyê nayê kirin. Bihayê telefonan jî nêzî 1 milyon lîreyê tirk e.