ENKS li Cenêvê Ofîsa xwe vedike

Ev yekemîn care bi awayeke fermî ofîsa ENKSê li welatekî Ewropayê tê vekirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca piştgirya şanda Kurdî di nav Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê ya Danûstandinên Cnêv3 de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) sibe ofîsa xwe li Cenêvê vedike.

Derbarê vekirina ofîsê ENKSê de,  Endamê ofêsa regehandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ebdilrehman Gelo daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Armanc ji vekirina ofîsê li Cenêvê berdewamiya çalakiyên siyasî û dîbomatîk in yên ENKSê."

Gelo da zanîn ku, vekirina ofîseke taybet bi ENKSê li welatekî weke Siwîsrayê û bi awayeke fermî giringiya wê heye.

Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi alîkariya Almanya tê vekirin û sê mehanjî  berdewam dike.Lê berpirsê ENKSê tekez dikin ku, ewê hawlên xwe bikin daku ew ofîs biberdewamî li wî welatî vekirî bimîne, herwiha li Almanyayê jî bê vekirin.

Ev yekemîn care bi awayeke fermî ofîsa ENKSê li welatekî Ewropayê tê vekirin.

Fly Erbil Advertisment