Wezîrê Derveyê Îraqê gefa bikarhîna hêzên serbazî li dijî Turkîyayê dike.
Wezîrê derveyê Îraqê gefên bikarhînana hêzên serbazî dike li dijî Turkîya eger Turîya hêzên xwe ji Îraqê nevekişîne.
K24- Hewlêr:
Wezîrê derveyê Îraqê gefên bikarhînana hêzên serbazî dike li dijî Turkîya eger Turîya hêzên xwe ji Îraqê nevekişîne.
Wezîrê Derveyê Îraqê, Îbrahîm Ceferî di kongireyeka rojnamevanî de ragehand: Bo parsaztina serwerîya axa Îraqê, hemû eger vebûyî dimînin, heya bikarhînana hêzên serbazî jî li dijî Turkîyayê.
Herweha got jî: Îraq welateke xwedîyê serwerîya xweye, bi dirêjahîya dîrokê serwerîya xwe paraztîye, lew em hemû rêyên aştîyê dixîn pêşîya xwe bo vekşandina hêzên Turkîyayê li Bakûra Îraqê, Eger ew rê bê sûd bûn, em hêzên serbazî li dijî wî welatî dê bikar bihînin.