Li Sûrê leşkerek din ê Tirk hat kuştin

Di pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekirê de leşkerekî artêşa Tirk canê xwe ji dest da. Bi vî awayî, di 3 mehên dawî de hejmara serbêzên ku li Sûrê canê xwe ji dest dane derket 71an.

K24 - Diyarbekir

Di pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekirê de leşkerekî artêşa Tirk canê xwe ji dest da. Bi vî awayî, di 3 mehên dawî de hejmara serbêzên ku li Sûrê canê xwe ji dest dane derket 71an. Pevçûn, li kolanên taxa Savaşê didomin.

Bi hinceta ku berbest bên rakirin û xendek bêne girtin artêşa Tirkiyê ji 2ê meha Kanuna 2015an ve li 6 taxên navçeya Sûrê operasyonan birêve dibe. Şervanên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) jî li hemberî êrişên artêşê li ber xwe didin.  Li gorî zanyariyên resmî, operasyon ber bi dawîbûnê ve diçe.

Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalpê ragihandibû ku di jêrzemîna malekê de kêmzêde 200 kes hene û ji ber metirsiya kuştinê nikarin derkevin.

Parêzgeriyê ji ber derketina xelkê sivîl, saetek û nîv wext destnîşankiribû lê ti kes nehatibûn. Sedema nehatina wan jî bêbaweriya bi artêşê hat ragihandin. Ji hêla din ve pevçûn, li derdora Kolana Goçmen û Green Park Otelê bi awayeke dijwar didomin.