Li Diyarbekirê 161 kes gumanbarên madeyên hişbir hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsên Diyarbekirê di zincîre operasyonên li dijî bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir de 161 gumanbar desteser kirin û piştî şandina wan bo dadgehê, 20 kes hatin zindanîkirin.

Tîmên rûbirûbûna madeyên hişbir ên Polîsên Diyarbekirê di dema 10 rojên borî de, ji bo rêgirtina li bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir, li deverên cuda yên bajêr çend operasyon encam dane.

Di encama wan operasyonan de 161 gumanbar hatin desteserkirin. Her wiha dest hat danîn ser 24 kîlogram esrar ji cureyê skankê, 546 gram madeyên hişbir ên sentetîk, 205 gram madeyên xav ên kanabînoîda sentetîk, 497 heb dermanên sentetîk û 391 hebên madeyên hişbir, li gel du demançeyên bêmolet, 53 fîşek û sê terazûyan.

Piştî bidawîhatina rêkarên polîsan, 136 gumanbar hatin berdan û yên din jî bo dadgehê hatin şandin. Piştre bi biryara dadwer, 20 kes hatin zindanîkirin û pênc kesên din jî hatin xistin bin çavdêriya dadwerî.

Di dirêjahiya îsal de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê çendîn operasyonên din ên berfireh li sînorê parêzgeha Diyarbekirê di çarçoveya zincîre operasyonên “Narkokapan” de encam dane.

Roja 6ê Nîsana 2026an, di operasyoneke bi navê “Narkokapan Diyarbekir-3” de ku navenda wê Farqîn bû û neh navçeyên parêzgeha Diyarbekirê li xwe girtin, dest hatibû danîn ser 184.1 kîlogram esrar, du kîlogram û nîv metamfetamîn, 1,755 hebên hişbir, çar gram kokaîn, pênc demançeyên bêmolet û sê terazûyan. Di wê operasyonê de 41 gumanbar hatibûn desteserkirin, ku 38 kes ji wan hatibûn zindanîkirin û sê kes jî xistibûn bin çavdêriya dadwerî.