Pentagon: YPG ji dorpçêkirina Reqqayê nêzîk dibe

YPGê û HSDê di dema borî de serkeftinên mezin li ser DAIŞê tomar kirine.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) eşkere kir ku, di demek nêzîk de wê HSDê û YPGê serkeftinên mezin li ser DAIŞê tomar bikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Xisrîtiyan pêk tê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî hêza wê ya serekî ye. Ji aliyê Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ve tê piştgirîkirin.

Pentagonê diyar kir ku, ji ber serkeftinên HSDê û YPGê li Rojavayê Kurdistanê, dê di demek nêzîk de ew hêz Reqqayê jî dorpêç bikin.

Berdevkê Pentagonê tekez kir jî ku, ew berdewam piştgiriya YPGê û HSDê dikin, di dema borî de wê hêzê Şedadî rizgar kir, nêzîk jî dê bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî Reqqayê kontrol bikin.

Reqqa wek pêgeha serekî ya DAIŞê li Sûriyê tê naskirin, ew parzêgeh hevsînor e ligel Iraqê, lewma hatin û çûna çekdaran li wan her du welatan di wê riyê re ye. Ji Nîsana 2014an ve jî, di bin destê DAIŞê de ye.

Li gor berdevkê Pentagonê jî, ketina Reqqayê nêzîk bûye, çekdarên radîkal jî jê direvin û wiha pêde çû: “Tenê hinek erk li pêş me hene, divê em wan biqedînin û piştre proseyê dest pê bikin.”