Rojnamevan Can Dûndar û Gul hatin berdan
Rêveberê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dûndar û nûnerê wê rojnameyê yê nivîsingeha Enqerê Erdem Gul îro berbangê hatin azadkirin.
K24 – Stenbol
Rêveberê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dûndar û nûnerê wê rojnameyê yê nivîsingeha Enqerê Erdem Gul îro berbangê hatin azadkirin.
Dadgeha Destûrê biryar da ku mafê her du rojnamevanan hatiye binpêkirin û biryara azadiya wan da. Rojnamevan Can Dûndar û Erdem Gul piştî ku hatin berdan kefxweşiya xwe anîn ziman û biryara dadgehê wekî biryarek dîrokî nirxandin. Dûndar diyar kir ku ev biryar dê rê li hemberî zextên li ser çapemeniyê û qedexeya fikir bigre.
Can Dûndar û Erdem Gûl di rojnameya Cumhuriyetê de belav kiribûn ku Îstîxbarata Tirkiyê bi barhilgiran çek û teqemeniyan dişîne ji komên îslamî re yên ku li Suriyê şerî dikin. Piştî vê yekê derbarê wan de lêpirsîn hatibû vekirin û ew 92 roj berê hatibûn girtin.