Li Tirkiyê binpêkirina mafên mirovan zêde dibe
Sala 2015 bo herêma Marmarayê di mijara azadiya fikir û îfadekirinê de saleke zor bûye. 361 malper, hatine asêkirin, 37 kanal hatine girtin.
Gonul Gun / K24 - Stenbol
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan , rapora binpêkirina mafên mirovan a herêma Marmaraya Tirkiyê ya sala 2015an eşkere kir. Li gor daneyên raporê, di sala 2015an de, gelek binpêkirina mafên mirovan rû daye.
Di Rapora binpêkirina mafên mirovan a herêma Marmaraya Tirkiyê ya sala 2015an de, di gelek mijaran de agahiyên girîng hene. Li gor raporê, li herêma Marmarayê, di binçavkirinê de, kesekî canê xwe ji dest daye. 58 kes ji ber hinek sedeman hatine kuştin û 41 kes jî hatine birîndarkirin. Herwiha, 97 jin û 8 zarok jî hatine kuştin.
Sala 2015 bo herêma Marmarayê di mijara azadiya fikir û îfadekirinê de saleke zor bûye. 361 malper, hatine asêkirin, 37 kanal hatine girtin. Bi sedema bûyerên civakî û azadiya îfadeyê, di 104 dozan de, 1753 kes hatine darizandin. Herwiha 366 karker, di qezayan de canê xwe ji dest dane.