“97” grûpên çekdar ên Sûriyê tevlî agirbestê dibin
Agirbest dê sibe têkeve warê cîbicîkirinê.
K24- Navenda Nûçeyan
Opozîsyona Sûriyê ragihand ku, dê 97 grûpên çekdar tevlî agirbesta çaverêkirî li wî welatî bibin.
Li gor ku Destyea Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê ragihandiye, 97 grûpên çekdar ên ku li ser erdê şer dikin, dê pêbendî agirbestê bibin.
Di 21ê mehê de, li gor rêkeftineke di navbera Amerîka û Rûsyayê de, pirsa ragihandina agirbestê li Sûriyê ket rojevê.
Agirbest dê sibe, 27ê Sibatê, têkeve warê cîbicîkirinê, rejîma Sûriyê jî ragihandiye ku ew dê tevlî bibe.
Herwiha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandine ku, ew dê li gor agirbestê tevbigerin.
Gelek aliyên siyasî û navdewletî amaje dikin ku, dibe agirbest ji sedî sed neyên pêkanîn, ji ber ku dibe her du aliyên krîzê bi temamî pêbendî sozên xwe nebin.
Herî dawî jî, dê ev agirbest her yek ji DAIŞê û Eniya el-Nusreyê vegnegire, dê operasonên li dijî wan jî berdewam bin.