Li Elmanya 130 hezar koçber dîyar nemane.

Wezreta Hindûrîya Elmanîyayê ragehand, li sla 2015yê zêdetir ji 130 hezar kes wek koçber navên xwe li wî welatî tomarkirne û dûv re windabûne û hikumet cihên wan nizane.

K24- Hewlêr:

Wezreta Hindûrîya Elmanîyayê ragehand, li sla 2015yê zêdetir ji 130 hezar kes wek koçber navên xwe li wî welatî tomarkirne û dûv re windabûne û hikumet cihên wan nizane.

Li gor nûçeyeka rojnameya Zod Doyçe ya Elmanîyayê 13% ji koçberan ankû nêzkî 130 hezar kesan windabûne û dezgehên dewletê çarenivîsa wan nizanin.

Li ser egera windabûna evê hijmara mezin li Elmanîyayê, Wezareta Hindûrîya wî welatî amje kir ku renge evan penaberan Elmanîya hêla bin û bo wergirtin a mefê koçberînîyê ber bi welatên din ên Ewrûpayê cûbin.

Wezareta Hindûrîya Elmanîyayê gotjî: Hinek ji van koçberan, li Elmanîya akincîbûne, lê bi rêyên neyasayî û bi navên cûda ji navê xweyên rast.

Ji alîyekê din ve serokê Nivîsîngeha Fîdralî bo Koçberan, Yorgin Fîze, roja Pêncşembîya bûrî got: Nizkî 400 hezar kes hatine di nav Elmanîyayê  de bê ku hikumet nasname û navên wan bizane.