Li Tirkiyê kartên nasnameyê tên guherandin

Li Tirkiyê nasnameyên nû tên belavkirin, Hat ragihandin ku ev kartê nû rê nade sextekariyê û bi awayê pir fonksiyonel hatiye çêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê nasnameyên nû tên belavkirin, Hat ragihandin ku ev kartê nû rê nade sextekariyê û bi awayê pir fonksiyonel hatiye çêkirin.   

Nasnameya nû bi gelek taybetmendiyên xwe bo belavkirinê amade ye. Li gor agahiyan, nasnameya nû wek karta bi aqil “Smart Card”

tê binav kirin, li gor yên berê piçûk hatiye çêkirin. Her wisa teqlîd û xerakirin jî di vê kartê de ne pêkan e.

Hat ragihandin ku di nav kartê de, şopa kefa destan, tilî û demarê yên kesan wê hebe. Li ser kartê çîpek heye û bi saya vê çipê li gor cureya daneyê, agahî tê bi dest xistin. Ewlehiya agahiyên kartê bi riya taybeymendiyên elektronîk, kîmyewî û bi dîmen wê bê kirin. Di nasnameya nû de, bo agahiyan bi qasî 1GB depo jî heye.

Di çîpa bişîfreyê de, agahiyên nimreyên hisaba bankê, ehlîyet, mehanî û tenduristî wê were bi cih kirin. Kartên nû bi yek reng û formatekê hatiyê çêkirin. Tevî van taybetmendiyan, teqlîda kartê ne pêkan e.

Alikarê Serokwezîrê Tirkiyê Lütfi Elvan diyar kir ku, dê 14ê Adarê li bajarê Kirikkaleyê kartên nû were belav kirin. Li gor daneyê, nasnameya nû wê di 3 salan de bi temamî were belav kirin.

Ev nasname ku bi welatekî re muafiyeta vîzeyê hebe wê dewsa pasaportan jî bê bikar anîn. Kart ji aliyê Saziya Lêgerîna Teknolojî û Zanistî a Tirkiyeyê hat amade kirin.