Mercê Rûsyayê bo başkirina têkiliyên ligel Tirkiyê

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova tekez kir ku heta Tirkiye karesata xistina firokeya wan fam neke, têkiliyên wan sererast bibin.

K24 – Moskow

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova derbarê xistina balafira Rûsyayê, peywendiyên navbera Rûsya û Tirkiyê û operasyonên li Sûriyê de ji Spûtnîkê re axivî û got ku heta Tirkiye karesata xistina balafira wan fam neke, ne mimkûn e ku peywendiyên wan sererast bibin.

Mariya Zaxarova bal kişand ser karesata xistina balafira şer a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve û wiha axifî: "Mijara xistina balafirê ji bo me karesatek e û divê Enqere vê yekê fam bike. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyand ku Rûsyayê ji bo xatirê 2 pîlotan dostaniya Tirkiyê ji dest daye. Ew welatiyên me ji bo parastina berjewendiyên Rûsyayê û civaka navneteweyî çûbûn ser erkê xwe, neçûn geşt û seyranê. Ew pîlot welatiyên me ne û jiyana wan hêjayî wê yekê ye ku têkiliyên me bi welatekî re têk biçin. Wan li dijî rêxistinên terorîst şer dikir. Eger Enqere bi berfirehî û kûrahiya vê karesatê famm bike dibe ku gavek ji bo sererastkirina peywendiyan were avêtin."

Zaxarovayê çapemeniya Ewropa û Amerîkayê jî bi zimanekî tund rexne kir û got: "Çapemeniya welatên rojavayî nûçeyên derew diweşîne û dibêje ku balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyê sivîlan bombe dikin û mirovên bêguneh tên kuştin. Bingeh û delîleke van nûçeyan nîn e. Rûsya dixwaze bizanibe bê ka çi li sînorê Tirkiye û Sûriyê diqewime; lêbelê Enqerê ji bo balafirên me yên keşfê destûr neda ku di çarçoveya Peymana Esmanên Serbest de perwazeke keşfê pêk bînin. Wiha ye sûcekî vedişêrin û nahêlin ku balafirên me bibin şahidê bûyerê. Li ser sînorê Tirkiyê ji bazirganiya petrola mişextî bigire heta şandina mîlîtanan û gelek sûcên din diqewimin. Ji bo vê şik û gumana me heye."