Wezareta Hindûrîya Îraqê: Di hêrişê de dû Daiş hatin kuştin.

Ragehandina wezreta Hindûrîya îraqê xuyakir ku çekdarên Daişê, evro Yekşmbîyê, hêrişkirine ser çend deverên bajarokê Ebûxirêb, li nêzîk firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê, lê hêrişê şikest hîna.

K24- Hewlêr:

Ragehandina wezreta Hindûrîya îraqê xuyakir ku çekdarên Daişê, evro Yekşmbîyê, hêrişkirine ser çend deverên bajarokê Ebûxirêb, li nêzîk firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê, lê hêrişê şikest hîna.

Yûsif Elebadî: di ragehandinekê de Wezreta Hindûrîya îraqê taybet bi malpera Kurdistan24 re ragehand: Komek ji çekdarên Daişê, evro sipêdeyê, hêrişkirin ser deverên Elebadî û Hîtawîn li bajêrokê Ebûxerîb, li nêzîk bajarê Bexdayê, lê hêzên asayîşî hevrûşên wan bûn û niha gelek nemaye şerr û pêkdadan di navbera herdû alîyan de bi dumahî bihê.

Elebadî got jî: Daiş bi hijmarejka çekdar û dû xwekûjan hêrişkirin ser van dû deveran ûdi şerr û pêkdadanan de li navbera wan û hêzên asayîşî, dû xwekûj hatin kuştin û çend çekdarên din jî ji Daiş kuştin, lê hêj zîyan bi hûrî nehatine zanîn.

Ev di demekê de ye li roja heynîya bûrî ve, sûpa û hêzên asayîşîyên Îraqê hêrişeka berfireh dest pêkirine  bo vegirtina bajarokê Felûce li rojavaya Îraqê ku ji destpêka sala 2014 ve kevtîye di destên Daişê de û nêzîkî 40Km ji paytexta Îraqê dûre.

Hevdem bajarokê Ebûxerîb ku deverka ser bi Bexdaye û Sûnne nişîne, di destpêka serheldana Daişê li Îraqê heya niha armanca serekîya Daişê bûye daku bigehin firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê û berdewam hêrişên çekdar û xwekujê li wê deverê dihên encamdan.