Rûsya: 69 grûpên din agirbest pejrandine
Navenda Çavdêrî û Hevrêziyê ya Rûsyayê li Sûriyê dibêje, wan lîsteyek bi navên 69 grûpên opozîsyonê yên agirbest pejrandine, ji Amerîkayê wergirtine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Navenda Çavdêrî û Hevrêziyê ya Rûsyayê li Sûriyê dibêje, wan lîsteyek bi navên 69 grûpên opozîsyonê yên agirbest pejrandine, ji Amerîkayê wergirtine.
Ajansa “Interfax” ya Rûsî ragihand ku, Navenda çavdêrî û hevrêziyê ya Rûsyayê ku cihê wê li navenda Himêmîm ya li Laziqiyê ye, lîsteyek bi navên 69 grûpên opozîsyonê yên agirbest pejrandine, ji Amerîkayê wergirtine.
Li gor wê navenda Rûsî, duh opozîsyonê 6 êrîşên bi topan li deverên sivîlan li Şamê, tomar kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Rûsyayê di lîsteyekê de ji Amerîkayê 74 deverên sivîlan diyar kir, ku ji aliyên Rûsyayê ve nayin êrîşkirin.
Roja 23ê Sibatê di navbera Amerîka û Rûsyayê de agirbest li Sûriyê hate ragihandin, roja 27ê Sibatê kete warê cibicîkirinê. Rûsyayê navendeke çavdêriya agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî li firokxaneya Himêmîm vekir û duh operesyonên esmanî li Sûriyê ji bo rojekê rawestand.