NY: Alîkariyan dighînin 154 hezar welatiyên Sûriyê
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî 500 hezar welatiyên Sûriyê di bin dorpêçkirinê de dijîn, herwiha 4 milyon û 600 li navçeyên ku bizehmete alîkarî bighine wan dijîn.
K24-Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekbûyî(NY) ragehand ku, ew ji roja Duşemê ve dê proseya gihandina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî li Sûriyê berfirehtir bike ku, bigehe 154 hezar kesî.
Derbarê berfirehkirina porseya gihandina alîkariyên mirovî rêkxerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Yaqûb El-Hilo ji Reutersê re daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Neteweyên Yekbûyî û desteyên alîkariyên hevkar li gel bi neyaze ku, di hundrê 5 rojande alîkariyên mirovî bighe 154 hezar kes li navçeyên dorpêçkirî li Sûriyê."
El-Hilo da zanîn ku eger aliyên milmilnê dikin razîbin ew dê alîkariyên mirovî radestî yek milyon û 700 hezar kes bikin.Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî 500 hezar welatiyên Sûriyê di bin dorpêçkirinê de dijîn, herwiha 4 milyon û 600 li navçeyên ku bizehmete alîkarî bighine wan dijîn.
Berî niha NY alîkariyên mirovî gihandibûne bajarokê Zebedanê, Keriya, Fua, Madaya û Keif Betna yên ku ji aliyê rejîma Sûriyê û opozîsyona wê dorpêçkirî bûn.