Li Germiyan serdema komkirina dombelanan
Bi hatine demsala biharê, deştên Germiyan ji bo niştecihên deverê dibin cihê xêr û bêr û peydakirina dombelanan.
K24 - Germiyan
Bi hatine demsala biharê, deştên Germiyan ji bo niştecihên deverê dibin cihê xêr û bêr û peydakirina dombelanan.
Bi hatine demsala biharê, deştên Germiyanê ji bo gelê wê deverê dibin qada berhevkirina dombelanan. Dombelanên ku li wê deverê tên berhevkirin herçiqas berî niha ji bo welatên wek Siûdî, Kiwêt û cihên naverasta Iraqê dihatin hinartin jî, niha tenê li bazarên Kurdistanê tên firotin.
Edalet Mihemed ji gundê Belegeya ser bi Serqela ya Germiyanê ye ku li derdora gund dombelanan berhev dike. Edalet Mihemed destnîşan kir ku dombelan tenê demsala biharê şîn tên û xwarineke gelekî bi tam û xweş e û got: "Berî niha tenê xelkê vî gundî dombelan berhev dikirin. Dombelanên ku zêdeyî pêwîstiyan bûna, dibirin bajêr û bi bihayekî baş difirotin. Lêbelê niha hemî xelkê vê derdorê tên dombelanan."
Edalet da zanîn ku dîtina dombelanan hostatî jê re divê, ew cihê ku dombelan têde şîn tên nêzîkî santîmetrekê ji erdê bilind dibe û wiha axifî: "Ewên ku şarezayê vî karî bin dombelanên cor bi cor berhev dikin, li Germiyan du dever hene ku dombelanên wê gelek in; derdora Xaneqîn û Hemrîn. Dombelanên van deran sipî ne û axa wê jî limavî ye. Herwiha li cihên weke Serqela û Zinane jî dombelanên sor şîn tên."
Welatiyekî din bi navê Fayeq Necmedîn ku dombelan berhev dikirin diyar kir ku îsal berê dombelanan kêm e û got: "Welatiyên ku ji bo seyranê tên van deran di heman demê da ji xwe re li dombelanan digerin."
Dombelanên ku ji niha ve bihayê wan ji yê goşt zêdetir e li bazarên Germiyan bi 15 hezar dînaran (nêzîka 12 dolaran) tê firotin. Bihayê dombelanan li gorî mezinahî û corên wan diguhere. Berî niha dombelanên vê deverê bo gelek bajarên Iraqê dihatin şandin û ji wan deran jî derdiket dervayî sînor. Lê niha tenê digihine Bexdaya paytexa Iraqê û bazarên Herêma Kurdistanê.
Osman Eliyê firoşyarekî dombelanan jî dibêje ku ew ji berhevkaran kîlograma dombelanan bi 12 hezar dînar dikirin û bi 14-15 hezar dînaran difiroşin: "Berê niha dombelan gelek dihatin ber destê me, me jî, ji bajarên wek Bexda, Rumadî û Fellûceyê re dişandin, dem bûye ku dombelanên me gihiştine Siûdî û Kiwêtê jî. Lê niha zêdetir li bazarên Silêmanî, Hewlêr û Bexdayê tên firotin."
Dombelan an dobelan corek ji malbata kuvarkan e, xwarineke wekî petata ye. Lê tevî ku di bin erdê de şîn dibin, dîsan jî ne rayên wê hene û ne jî li ser rûyê erdê pelên wê hene. Li Kurdistanê bi piranî li serê qelaç û girên ku tu carî nehatine ajotin jixweber şîn dibin.