Ji ber ewlekariyê kongreya Stenbolê hat betalkirin
Komeleya Zanista Sîyasetê ya Navnetewî, kongreya zanista sîyasetê ya ku wê li Stenbolê bihata kirin, betal kir.
K24 - Stenbol
Komeleya Zanista Sîyasetê ya Navnetewî, kongreya zanista sîyasetê ya ku wê li Stenbolê bihata kirin, betal kir. Li gor daxuyaniya berpirsê kongreyê, ev biryar ji ber metirsiyên ewlehiyê hatiye wergirtin.
Komeleya Zanista Sîyasetê ya Navnetewî, Kongreya Zanista Sîyasetê ya Cîhanê ya 24’emîn wê 23 û 28ê Tîrmehê li Stenbolê bikira, betal kir. Hat ragihandin ku ev kongreya mezin ji ber tirsa ewlehiyê hatiye betal kirin.
Li gor agahiyan, ji ber teqînên ku li Tirkiyê pêk hatine ev metirsî zêde bûye. Berpirsê vê kongreyê jî nexwestin berpirsiyariya vê yekê bigrin û kongreyê betal kirin.
Ev kongre di qada xwe de, wek kongreyeke girîng tê zanîn. Her wisa ev kongre li bajarekê din yên Ewropî dê were sazkirin.