Plana “B” ya Amerîkayê li Sûriyê çi ye?
Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kiribû ku, eger agirbest sernekev dê berê xwe bidin plana “B.”
K24- Navenda Nûçeyan
Fermandeyekî NATOyê plana “B” ya Amerîka li Sûriyê eşkere dike, amaje jî bi êrîşeke bejayî dike.
Fermandeyê berê yê hêzên NATOyê, James George Stavridis di hevpeyvînekê de ligel televîzyon CNN amaje bi naveroka plana “B” ya Amerîka li Sûriyê kir, eger hat û agirbest serneket.
Agirbesta li Sûriyê roja 27ê mehê ket warê cîbicîkirinê de, dê 2 heftiyan jî dirêj bike, li gor raporan, li çend navçeyan agirbest hatiye binpêkirin.
Di heftiya borî de jî, Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry got ku, eger agirbest sernekeve, ew dê berê xwe bidin plana “B”, bêyî ku tu zanyariyan li ser wê planê bide.
Lê James Stavridis derbarê planê de got: “Plana B dê operasyonek ji bilî Rûsyayê be, di qonaxa yekem de wê avakirina navçeyên tampon be, ji bo ku em hêzên opozîsyona lîberal lê ava bikin.”
Navborî diyar kir jî ku, dê Urdin jî di nava wê planê de be, ew mijar jî di navbera Serokê Amerîka, Barack Obama û Şahê Urdinê, Ebdullah kurê Hisên de jî hatiye gotûbêjkirin.
Wî fermandeyê NATOyê got jî ku, dê ew operasyona bejayî “aloz û tevlihev” be, hêvî xwest jî ku Rûsya di wî karî de beşdar be.