Esad El-Zubî:Rejîma Sûriyê 33ê caran agirbest binpê kirye
Agirbesta li Sûriyê di 27ê vê mehê de kete ware cîbecîkirnê de, aliyên opozîsyona Sûriyê rejîma wî welatî tometbar dikin ku, piştî derbasbûna du rojan bi ser agirbestê re bi dehên caran wê rejîmê agirbest binpê kirye.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Şanda Danûstendinan ya opozîsyona Sûriyê Esed El-Zubî ragehand ku, di 48 seatên borî de, 33 caran agirbest li Sûriyê ji aliyê rejîma wî welatî ve hatiye binpê kirin, di encam de 31 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê binpê kirina agirbestê Serokê Şanda Danûstendinan ya opozîsyona Sûriyê Esad El-Zubî bo kanala El-Erebiye daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kirk u, di 48 seatên borî de rejîma Sûriyê 33 caran agirbest binpê kirye û navçeyên di bin kontirola opozîsyona Sûriyê bombebaran kirine, di encam de jî 31ê kesan cane xwe ji dest dane.
Ji aliyê xwe ve jî Rewngeha Sûrî ya mafê mirovan di roja duyemîn ya agirbestê kuştina 29 kesan li devêrn cuda yên Sûriyê ragehand.