Emerîkayê bo gera Tirkiyê hişyariya xwe dubare kir

Wezareta Derve ya Emerîkayê careke din hişyarî da welatiyên xwe û got ku dema ew diçin Tirkiyê divê baldar bin.

K24 - Washington

Wezareta Derve ya Emerîkayê hişyarî da welatiyên xwe û got ku dema ew diçin Tirkiyê divê baldar bin. Wezaretê ev hişyarî careke din weşand û ragihand ku divê ji ber êrîşên "terorê" û tehdîda "terorê" li Tirkiyê baldar bin.

Di hişyariya dawîn de hat gotin ku li Tirkiyê di demên dawîn de li dijî cihên turîstîk, avahiyên Emerîkayê, saziyên fermî û polîsan êrîş tên kirin.

Hat gotin ku car car ji bakurê Sûriyê gule li aliyê Tirkiyê dikevin û mirov tên revandin. Ji ber vê yekê bi taybetî neçin bajarên nêzîkî sînorên Sûriyê û cihên zêde qerebalix. Medya herêmî bişopînin û eger îdareyên herêmî hişyariyekê bidin guh bidin hişyariya wan.

Wezaretê ragihand ku gera xebatkarên Emerîkî ya bajarên Hatay, Kîlîs, Entab, Riha, Şirnex, Diyarbekir, Wan, Mûş, Mêrdîn, Êlih, Bîngol, Dêrsim, Hekarî, Bedlîs û Elezîzê jî hatiye sînordar kirin.