Piştî Hoşdarîya Emerîkayê, Rosîya bangeşeyê bo(Sûryaya Fidral) dike.
Rojnameya Elşerq Elewset dibêje Rosîya bangeşeyê bo (Sûryaya Fîdral) dike, Piştî ku Emerîkayê haydarîdan ji metirsîyên dabeşbûna Sûryayê.
K24- Hewlêr:
Rojnameya Elşerq Elewset dibêje Rosîya bangeşeyê bo (Sûryaya Fîdral) dike, Piştî ku Emerîkayê haydarîdan ji metirsîyên dabeşbûna Sûryayê.
Piştî ku wezîrê derveyê Emerîkayê Con Kêrî, berî Çend rojan haydarîdan ji metirsîyên dabeşbûna Sûryayê, eger şerr demeka dirêj vekêşe, Sêrgî Rîyabkof cêgirê wezîrê derveyê Rosyayê ber bi xîçeka nêzîk ji evê Sînaryoyê ve çû û dûhî got: Mosko piştevanîya wan ancman dike ku alîyên pişikdar di danûstanan de dgehinê eger hizra duristkirina dewleteka Fîdral jî be
Ev di demekê de hat ku Komeleya Karê Taybet bi Rawestandina Şerrî li Sûryayê kombûneka neasayî, dûhî li Cinêvê encamdan li ser daxwazîyza wezîrê derveyê Firansayê, Can Mark Îrolt ku her li wî bajîrê Siwîsrî bû , bi merema pişikdarîyê di kongireya salaneya Civata Mafên Mirovan. Ev bizava Firansayî di wê demê de hat kû zanîyarî ji opozisyûna Sûryayê digehiştin ku hêzên rijêma Sûryayê û Hêzên asmanîyên Rûsyayê di rojên bûrî de agirbes şikandine. Îrolt gote Rojnamevanan, wî hinek amje wergirtin ku nîşan didan: ( hêriş bi hêrişên asmanî ve jî di berdewamin li wan deverên kevtine jêr kontirola opizisyûna mîyanrew.
Ji alîyê miroavnî ve jî berpirsekê Netewên Hevgirtî ragehand: hijmareka barhilgirên harîkarîya mirovê grhiştin bajarê Meizemîyetilşam ku gelek ziyan pê re kevtîye ji encama şerr û mimlanîyan li Sûryayê. Çalakvenekî jî ji Meizmeîye tekez kir bo rojnameya Elşerq elewset ku ew harîkarîyê mairovî li bazgehên rjêmê li derazînka bajêrî hatine ragirtin û nahêlin bihên hindûr. Herweha got ti desteyeyên pizîşkî nehatine hindûr bajêrî bo veguhaztina nexweşan .