Gelo Sûriye dibe dewleteke federal?
Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov behsa dewleteke federal li Sûriyê dike û dibêje: "Eger beşdarên civînên Cenêvê qebûl bikin dibe ku li Suriyê sîstemeke federal bê danîn."
K24 – Navenda Nûçeyan
Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov behsa dewleteke federal li Sûriyê dike û dibêje: "Eger beşdarên civînên Cenêvê qebûl bikin dibe ku li Suriyê sîstemeke federal bê danîn."
Piştî vê daxuyaniyê Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê John Kirby ragihand ku ti armancên Emerîkayê yên bi vî rengî nînin. Kirby di daxuyaniya rojane ya agahdarkirinê de, bersiva pirsên derbarê agirbest û rawestandina şer de da.
Kirby derheqa pêkanîna agirbestê de got: "Peymana rawestandina pevçûnan bi taybetî li başûrê Şamê encamên baş derxistin. Pevçûn li van deran pir kêm bûn. Lê bêguman hê jî em nûşeyên şer û pevçûnan dibihîzin. Em girîngiyeke mezin didin van nûçeyan."
Kirby behsa plana alternatîv a ku Wezîrê Derve yê Emerîkayê John Kerry anîbû zimên kir û wiha axifî: “Di plana alternatîf (B) de biryara dawî hê nehatiye dayîn. Saziyên me li ser alternatîfên guncaw xebatên xwe didomînin. Eger hewlên çareseriyeke siyasî bikêr neyên, alternatîfên ku di xebatên saziyên me de derketin pêş em dê binirxînin.”
Derbarê daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Ryabkov ên derheqa dewleteke federal de jî, Kirby got: “Di nav hedefên Emerîkayê de li Sûriyê dewleteke federal nîne. He wiha gava hûn li deklerasyonên ku heta niha hatine kirin binêrin hûn dê bibînin ku Rûsya jî yekîtiya axa Sûriyê diparêze.”