Artêşa Iraqê dest bi kontrolkirina girava Samirayê kir
Artêşa Iraqê ligel mîlişyatên Şîe dest bi operesyona kontrolkirina girava Samirayê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Iraqê ligel mîlişyatên Şîe dest bi operesyona kontrolkirina girava Samirayê kirin.
Fermendariya Operesyonên Hevbeş ya Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê de ragihandin, ku Artêşa Iraqê ligel mîlişyatên Şîe û çekdarên eşîretan, îro dest bi operesyona kontrolkirina girava Samirayê (110 k.m li bakurê Bexdayê) ji çekdarên DAIŞê kirin.
Ji aliyekî din ve, efserekî ji Artêşa Iraqê aşkere kir, operseyon bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û bi beşdariya 7 hezar leşker, çekdarên Heşda Şabî û çekdarên eşîreyên Sunî dest pê kiriye.
Girava Samirayê û Seyid Xerîb û Rimêlat deverine fereh in, çekdarên DAIŞê sûdê ji cugrafiyê wê dibîne, bo xetên îmdadê bikar tîne.