Rûsya daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyê dike
Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, bo pêşiya çekdarkirina terorîstên li Sûriyê divê gaveke zûtir sînorê Tirkiyê û Sûriyê bê girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, bo pêşiya çekdarkirina terorîstên li Sûriyê divê gaveke zûtir sînorê Tirkiyê û Sûriyê bê girtin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re got, ji Tirkiyê di bin navê alîkariya mirovî de, bo terorîstên li Sûriyê, bi kamyonan çek tên şandin.
Lavrov got, bo astengkirina hinardina çekan, divê sînorê Tirkiyê û Sûriyê bê girtin.
Ji aliyekî din ve,, Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê da zanîn, di encama topbarana Tirkiyê ya aliyê bajarê Lazqiyê de, 4 rojnamegerên ku Çînî, Bûlgarî, Rûsî û Kenedî ne, birîndar bûne.
Wezaretê da zanîn topbaran, dema serdana 33 rojnamevenên biyanî de hatiye kirin û ji aliyê Tirkiyê 9 guleyên topê li aliyê Sûriyê ketine.