Kirby: Me raporên binpêkirina agirbestê wernegirtine

Agirbesta li Sûriyê di 27ê meha borî de, kete ware cîbecîkirinê, aliyên serpirştyar jî heta niha ji cîbecîkirina wê agirbestê razîne, lê her yek ji rejîma Sûriyê û opozîsyona wê hev bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Deve ya Amerîkayêragehand ku, di 24 seatên borî de, wan raporên bipêkirina agirbesta li Sûriyê wernegirtine.

Derbarê vê mijarê de, Berdevkê Wezareta Deve ya Amerîkayê John Kirby daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, encamên destpêkê yê cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê başin, da zanî ku, welatê wî di 24 seatên borî de ti rapor derbarê binpêkirina wê agirbestê wernegirtine.

Ji aliyê xwe vejî Nûnerê NY taybet bo Sûriyê Steffan De Misura berî niha ragehandibû ku, gera duyemîn ya danûstandinên proseta aştiyê li Sûriyê li di 9ê vê mehê de destpê bikin, lê eger agirbet bi serneket ew civînên Cenêv3 têne lipaşxistin.