Opozîsyona Sûriyê: Haya me ji plana NY nîne

Opozîsyona Sûriyê dibêje, agahdariya wan bo birêveçûna danûstandinên 9 Adarê, nehatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê dibêje, agahdariya wan bo birêveçûna danûstandinên 9 Adarê, nehatiye kirin.

Endamê esteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Riyad Nasan Axa ji “Rueters” re ragihand ku, haya Desteya Bilind ya Danûstandinan ya opozîsyona Sûriyê, ji plana Netewên Yekbûyî nîne.

Axa diyar kir jî, heta girtiyên siyasî neyin azadkirin û dorpêça li ser deverên dorpêçkirî neye vekirin, ew dest bi danûstandinan ligel rêjîmê nekin.

Duh Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura ragihand ku, danûstandinên aştiyê yê Cenêvê, ji 7 Adarê bo 9 wê mehê hatin paşxistin.

Danûstandinên Cenêv3, ya di navbera rêjîm û opzîsyona Sûriyê de, di 29ê meha borî de dest pê kirin, ji ber binpêkirina rêjîmê ji biryarên navdewletî re û mercên opozîsyonê,  danûstandin bo 25ê Sibatê hatin paşxistin. Piştre jî bo 7 Adarê, cara dawî jî bo 9 Adarê hatin paşxistin.