Netewyên Hevgirtî: Ev sal 131 hezar koçber gehiştine Ewrûpayê.

Komisyûna Koçberan li Netweyên Hevgirtî ragehand, di destpêka ev sal de heya niha 131 hezar koçber bi rêya Deryaya Navîn gehiştine Ewrûpayê.

K24- Hewlêr:

Komisyûna Koçberan li Netweyên Hevgirtî ragehand, di destpêka ev sal de heya niha 131 hezar koçber bi rêya Deryaya Navîn  gehiştine Ewrûpayê.

Gotebêjê Komisyûna Neteweyê Hevgirtî , Ediryan Îdwardiz got: Di nave van hijmareyên koçberan de 122 hezar û 637 kes gehiştine Yûnanê.

Got jî: Ji destpêka ev sal ve , 410 koçberan canê xwe ji dest dane di dema hewldana wan bo derbazabûnê ji Deryaya Navîn.

Gotebêjê amaje bi wê yekê jî kir ku 24 hezar koçberan li Yûnanê pêdivî bi cihê vehewandinê hene, di nav wan jî de 1500 kes li derve dimînin.

Herweha gotebêjê Neteweyên Hevgirtî  xuaya jî kir ku Yûnan bi tenê nekare evê rewşê  birêve bibe û pêdivîye pilana (dabeşkirina koçberan bi ser welatên Ewrûpayê) bihê encamdan.

Li çend rojên bûrî, polîsên Makadonîyayê gaze hêsirrêj bikarhîna li dijî sedan koçberan ku divîyan bi awayeka neyasayî sinûrê Yûnanê bibirrn derbazî Yûnanê bibin.

Ajansa Royterz belav kierîye: Polîs hewil dide bo belvekirina bi sedan koçberan  li pîşîya derazînka sinûrîya Yûnanê li gel Makadonîya.

Li gor wê ajansê hijamraek ji wan koçberan daxwaz dikin rê bidin wan ber welatên Ewrûpayê biçin, lê polîsên wî welatî rê nade wan.

Ji alîyeka din ve li gor ajansên nûçeyan 300 koçeberên Îraqî û Sûrayayî hewildabûn ku ji Sinûrê di navbera Yûnan û Mekadonîya  derbaz bibin û bo wê yekê jî berengarî polîsên wî welatî bûn.