AKP reşnivîsa restûrê pêşkeşî parlamentoyê dike
Li Tirkiyê hewldanên çêkirina destûra nû berdewam in. Ji ber ku CHP beşdarî Komisyona duyem ya xebatên destûra nû nebû, AKP dê reşnivîsa ku wan amadekiriye pêşkeşî parlamentoyê bike.
K24 – Enqere
Li Tirkiyê hewldanên çêkirina destûra nû berdewam in. Ji ber ku CHP beşdarî Komisyona duyem ya xebatên destûra nû nebû, AKP dê reşnivîsa ku wan amadekiriye pêşkeşî parlamentoyê bike.
Komisyona Yekem a lihevkirina bo çêkirina destûra nû ji aliyê Serokê Parlamentoyê ve hatibû belavkirin. Lê paşê bang li partiyên siyasî hat kirin ku beşdarî Komisyona duyem bibin. CHPê bersiveke erênî neda bangewaziya Serokê Parlamentoyê û bi vê yekê rê li ber pêşveçûnên nû vebû. AKP li hemberî helwesta CHPê, amadekariya wê yekê dike ku reşnivîsa xwe ya destûra nû pêşkeşî parlamentoyê bike.
Li gorî reşnivîsa AKPê, Serokdewlet dikare parlamentoyê belav bike û hemû bûrokratên paye bilind tayin bike. Li aliyê din, benda hilbijartinê tê rakirin, dengê pêbaweriyê û pêşniyazpirs ji holê radibe, Serokwezîr dibe alîkarê serok.
Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê AKPê Abdulhamit Gul nerînên xwe wiha anîn ziman: "Di xebata destûra nû de, di modela partiya me de, fesihkirina dualî heye. Wekî dî, xebateke wiha nîn e ku parlamento bi biryareke yekalî were belavkirin. Bila tu kes xebatên me yên bo destûra sivîl û demokratîk berovajî neke û nekişîne cihekî din. Em jî dixwazin pergala parlamenteriyê hebe.”
CHP îdia dike ku ji ber danîna pergala serokatiyê tevlî xebatên destûra nû nehatiye kirin û ew beşdarî komisyonê nabin û dibêjin pêwîste destûra berê ji yaseyên darbeyi were xalî kirin û bo vê yekê jî pêşniyaza komisyonekê dike ku di vê mijarê de xebatan bike.
Cigîrê Serokê Koma CHPê Levent Gok jî derbarê mijarê de wiha dibêje: “Me berê jî gotibû, em ê bi tu awayî rê nedin wê yekê ku, xebatên pergala serokatiyê ya ku li gorî daxwaza kesekî tê rojevê û bi wê, hemû erk dikeve destê kesekî û rêgezên dewleta yaseyî ji holê radibe, were kirin.”
Bi van pêşveçûnên nû, pirs û pirsiyar ew e ku pêşniyaza destûra nû dê kengî pêşkeşî parlamentoyê were kirin. Her çiqas dem ne diyar be jî, tê çaverêkirin pêşniyaz di destpêka havînî de, pêşkeşî parlamentoyê bê kirin.
