DAIŞê li Dêrazorê bi Serok eşîrên Ereban re dicive

Di meha Kanûna sala 2015an de jî DAIŞê li gel berbirsên wan eşîran civîn pêkanî bûn, li gor Rewangehê DAIŞê ew civîn tomar kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsên Pêwendiyên Derve yên DAIŞê li Parêzgeha Dêrazorê ku dikeve Rojhilata Sûriyê bi armanca zêdekirina çekdarên xwe, ligel Serokên eşîrên Ereban civiyan.

Derbarê vê mijarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, berpirsên Pêwendiyên Derve yê DAIŞê li mala serokê eşîrekî Ereb li navçeya Ziyab li Rojavayê bajarê Dêrazorê li gel Serokên eşîrên Ereban civiyan,  di civînê de DAIŞê daxwaz kir ku, ciwanên wan eşîran tevlî DAIŞê bibin.

Ev ne cara yekemîn bû ku, DAIŞê bi eşîrên Ereban re dicive, berî niha jî,  di meha Kanûna sala 2015an de jî DAIŞê li gel berbirsên wan eşîran civîn pêkanî bûn, li gor Rewangehê DAIŞê ew civîn tomar kir.