Nasnameya 2 êrîşkarên Stenbolê diyar bû
Nasnameyên 2 jinên ku li Stenbolê êrîşî polîsan kiribûn diyar bû. Li gor zanyariyên fermî, Berna Yılmaz û Çîgdem Yakşî ev êrîş pêk anîne. Her du êrîşkar jî endamên rêxistina DHKP-Cê ne.
K24 - Stenbol
Nasnameyên 2 jinên ku li Stenbolê êrîşî polîsan kiribûn diyar bû. Li gor zanyariyên fermî, Berna Yılmaz û Çîgdem Yakşî ev êrîş pêk anîne. Her du êrîşkar jî endamên rêxistina DHKP-Cê ne.
2 jinên êrîşkar li navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê, li dijî avahiya hêzên ewlekariyê bi çek û bombeyê êrîş kirin. Her du jin dûv re ketin avahiyek. Gelek tîmên taybet li derûdora xaniyê girtin, pêşî bang li jinan kirin da ku radestî polîsan bibin lê her du jin guh nedan vê bangê û li gel polîsan pev çûn. Di bûyerê de 2 jin canê xwe ji dest dan û 2 polîs birîndar bûn.
Ji êrîşkaran Berna Yilmaz ji Eskîşehîrî, Çîgdem Yakşî jî ji bajarê Meletiyî bû. Her du jin 27 salî bûn. Hat ragihandin ku ji êrîşkaran Berna Yılmaz di 14'ê Adarê ya sala 2010'an de di merasîma Serokwezîrê wê çaxê Recep Tayyîp Erdogan de bi daxwaza perwerdehiyeke bêpere panqartak vekir û 18 meh di hepsê de mabû.