Lûtkeya Duyemîn a Penaberan nêzîk dibe
Wê di Lûtkeya Duyemîn a Penaberan de ku wê di 7ê Adarê de li Brûkselê di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de saz bibe şert û mercên nû dê werin rojevê.
K24 - Enqere
Wê di Lûtkeya Duyemîn a Penaberan de ku wê di 7ê Adarê de li Brûkselê di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de saz bibe şert û mercên nû dê werin rojevê. YE wê ji Tirkiyê bixwaze ku hejmara penaberên ku di ser deryayê re derbas dibin ji hezar kesî rajêrtir bibin.
Berî Lutkeya Duyemîn a Penaberan di navbera Tirkiye û YE de hevdîtinên dîplomatîk berdewam dikin. Di wan danûstandinan de ku ji aliyê Elmanyayê ve hatine kirin, amaje bi wê yekê hate kirin ku alternatîfa wê Plana Çalakiyan a Hevbeş nîn e ku Enqere û Brûkselê li ser wê li hev kiriye daku pêşî li pêla penaberan bigrin.
Li aliyê din hate ragihandin ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ku ji dîtina xwe nayê xwarê hewl dide hejmara wan penaberan ku ji Tirkiyê tên ji hejmarên 4 xaneyî daxe sê xaneyî. Pêşbîniya wê yekê tê kirin ku eger Tirkiye hejmara penaberan di bin wê astê de ragire ku tê xwestin Elmanya jî dê bêhtir penaberan qebûl bike.