"Li Sûriyê zêdeyî yek milyon û 500 hezar kes dorpêçkirî ne"

Seroka Rêxistina Pizîşkên Bêsînor Dr. Joanne Liu eşkere kir ku li Sûriyê zêdeyî yek milyon û 500 hezar kesan hatine dorpêçkirin û veguhestina wan kesan gelekî zehmet e.

K24 – Beyrûd

Seroka Rêxistina Pizîşkên Bêsînor Dr. Joanne Liu, ragihand ku li Sûriyê zêdeyî milyonek û 500 hezar kes di jêr dorpêçê de ne û got: "Em nikarin li wan cihan kar bikin ku di bin kontrola rejîma Sûriyê de ne. Karmendên me li Sûriyê tên revandin. Karkirina li navçeyên jêr destê rejîmê û DAIŞê wek hev e."

Dr. Joanne Liu, da zanîn ku ji ber şer zêdeyî yek milyon û 500 hezar kes di jêr dorpêçê de jiyana xwe derbas dikin. Li Beyrûda paytexta Lubnanê konferansek bi nave "Pizîşk li eniyên şer: Zehmetiya mirovî di ware pizîşkî de" hat sazkirin û Joanne Liu di wê konferansê de axifî.

Seroka Rêxistina Pizîşkên Bêsînor Dr. Joanne Liu got: "Li welatê Sûriyê zêdeyî yek milyon û 500 hezar kesan hatine dorpêçkirin û veguhestina wan kesan ku nexweşî û birînên wan dijwar in gelekî zehmet e."

Liu, da zanîn ku ji sala 2011an ve rêxistina wan li Sûriyê çalakiyên xwe dike û wiha axifî: "Mafê me nîne li wan cihan kar bikin ku di bin kontrola rejîma Sûriyê de ne. Karmendên me li Sûriyê tên revandin. Karkirina li navçeyên jêr destê rejîmê û DAIŞê wek hev e, wate tu ferq û cudahiyek nîne.""

Joanne Liu, bal kişand ser çalakiyên Rêxistina Pizîşkên Bêsînor li Lubnanê û axaftina xwe wiha qedand: "Di şerê sala 2006ê de me bi awayekî bilez alîkarî gihand penaberên nav Lubnanê û sînorên derdorê. Hevkariya rêxistina me li Lubnanê zêdetir bo penaberên Sûriyê bûye."