Yekêtîya Ewrûpayê rêkarên sinûrîyên xwe asayî dike.
Çûna hijmareka mezina koçberan bo welatên Ewrûpayê gef li ser devera Şigin durist kirîye. Çend welatan sinûrên xwe daxistine. Yekêtîya Ewrûpayê pilan heye ku sinûrên welatên Ewrûpayê asayî vebike.
K24- Hewlêr:
Çûna hijmareka mezina koçberan bo welatên Ewrûpayê gef li ser devera Şigin durist kirîye. Çend welatan sinûrên xwe daxistine. Yekêtîya Ewrûpayê pilan heye ku sinûrên welatên Ewrûpayê asayî vebike.
Dîmîtiryos Evramopolus, komisyarê Yekêtîya Ewrûpayê bo Karûbarên Koçberan ragehand: Rêkevtina Şigin dahatîya welatên Yekêtîya Ewrûpayê bi hevgirtî xuya dike.
Komisyarê Yekêtîya Ewrûpayê bo Karûbarên Koçberan got jî: 60 salîya rêkevtina Şingin û abûrîya azada sinûrê li navebera welatên Ewrûpayê di metirsîyê deye.
Dîmîtiryos Evramopolus, di bîeje: Ewrûpa bi demeka dîrokîya giring re dibûre û devera Şingin di metirsîyê deye.
Dîmîtiryos Evramopolus, aşkera jî kir ku Yekêtîya Ewrûpayê pilan heye ku heya dawî ev sal sinûrên welatên Ewrûpayê vegerin rewşa asayîya xweya berê.
Bi egera şerr û ne aramîya welatên Rojhilata Navîn û bakurê Eferîkayê pêleka mezina koçberan ber bi Ewrûpayê çûn. Evê yekê jî weha kirîye hinek welatên Ewrûpayê sinûrên xwe bidaxin,. Ev jî vajîya rêkevtinnameya Şingine. Yekêtîya Ewrûpayê û pişkek ji welatên devera şingin evê bi gef dizanin li ser dahatîya devera Şingin.