Kîne ewên hêj pitrolê ji Daiş dikirrin.
K24- Hewlêr.
Çend şirovekarekên dezgeheka nêvdewletî, dibêjin hikumeta Suryayê hêj pitrolê ji rêkxistîya Daişê dikirre û rojane nêzîkî 20 hezar bermîlên pitrolê ji Daişê dikrre.
Yezîd Elsayîx şirovekarê dezgeha Karênc Endomênt bo vekolînên aştîyê li cîhanê bi tora SÎÊNÊN a Emerîkayî ragehand: Rijêma Suryayê rojene 20 hezar bermîlên pitrolê ji Daişê dikrre û bi van nêzîkan jî ev rêkxistî kîsvala nabe.
Yezîd Elsayîx dibêje jî : Kontirolkirina bajarê Tedmur ji alîyê Daişê ve, li ba dû bîyavên gaz û wêstgeha hinartinê ku bi t3 hatîye nasîn, weha li rijêma Suryayê kirîye danûstandinan li gel Daişê Encam bide ji bon a dabînkirina Gazê, ji bîyavên Rojhilata Sûryayê, bo wêstgeha berhemhînana wizeyê kû yên rijêma Sûryayêne. Li hember evê pareya di wergire yan dabînkirina elektirîkê berdewam dibe bo deverên jêr desthilata Daişê.
Hevdem Adem Sizbîn cêgirê wezîrê Darayîya Emerîkayê bo karûbarên tîror û sloxvanîya jêderên darayî, dibêje: Herdû alî ( rijêm û Daiş) hewla kuştina hevdû didin di demekê de vegorrîna bazirganî di navbera wan de bi milyûnan dolar.