Aliyên Sûriyê bi binpêkirina agirbestê hev tuhmetbar dikin
Opozisyon ji bilî hikûmeta Sûriyê û Rûsya, vê carê YPGê jî bi têkbirina agirbestê tuhmetbar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Opozisyon ji bilî hikûmeta Sûriyê û Rûsya, vê carê YPGê jî bi têkbirina agirbestê tuhmetbar dike.
Serokê desteya bilind a danûstandinan, Riyad Hicab li Parîsê di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, tevî têbêniyên wan li ser agirbestê lê ew hemû kedên xwe dikin ku agirbest serkeftî be û alîkarî ji gelê Sûriyê re werin kirin.
Hicab ragihand jî, firokeyên Rûsya û hikûmeta Sûryê 90 Êrîşn Asmanî li dijî hêzên opozisyonê kirine. Herwiha bi tundî rexne li YPGê kir ku wekî mîlîşatên Şîe, şere gelê sûriyê dike.
Duh jî, YPGê di raportekê de ragihandi ku, gûpên opozêsyonê li Helebê rêzê li biryara agirbestê negire, ku taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê û gundên Efrînê topbaran dike.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura gotibû, “Divê Amerîka û Rûsyayê bi armanca biserketina agirbesta li Sûriyê kar bikin, eger na wê demê emê neçar bin ku danûstandinên aştiyê lipaş bixin.”
Di 27ê meha borî de, agirbesta li Sûriyê kete warê cîbecîkirinê, aliyên opozîsyona Sûriyê rejîma wî welatî û YPGê, bi binpêkirina agirbestê hev tometbar dikin.