"Bi polîtîkayên şaş xweza tê talan kirin"

Li cîhanê ji ber germbûna kûreyî di av û hewayê guherîn çêdibe. Lê belê ji ber hebûna şer û pevçûnan ev mijar dûrî rojeva cîhanê dîmîne û cîhan bi kêşeyeke mezin re rûbirû ye.

Vural Erîşmîş – Saît Ozmen / K24 – Enqere

Li cîhanê ji ber germbûna kûreyî di av û hewayê guherîn çêdibe. Lê belê ji ber hebûna şer û pevçûnan ev mijar dûrî rojeva cîhanê dîmîne û cîhan bi kêşeyeke mezin re rûbirû ye.

Li Enqera paytexta Tirkiyê li Navenda Hunerên Nujen li ser guherîna avûhewayê panelek hat sazkirin. Gelek aktîvîst û saziyên siruştparêz, beşdarî panelê bûn. Di panelê de bi taybetî polîtîkayên Tirkiyê yên di warê guherîna av û hewayê  de hatin nirxandin.

Serokê Komeleya Berxweran û Parastina Av û Hewayê Onder Algedîk anî ziman ku bi navê veguherîna bajarî û polîtîkayên avûhewayê xweza tê talankirin: “Ev guherîna avhewayê bi her tiştî ve giredayî ye. Mînak îro li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê ne bi destê mutehitan bi tank û topan ew dever  tên xerakirin, ev jî zêdetir gaza karbonê derdixe meydanê û ev jî zerareke mezin dide xwezayê.”

Serokê Komelaya Hevkêşeya Kureyî Dr. Nuran Talû diyar kir ku li Tirkiyê li ser guherîna avhewayê rê û rebazên çewt tên meşandin û got: “Heger hûn ekolojiya welatekî tarûmar bikin û xwezaya wê tune bikin hûn nikarin wî welatî  ji guherîna kureyî û cihî ya avûhewayê biparêzin. Mixabin îro avûhewaya Tirkiyê bi xetereyeke mezin re rûbirû ye."

Nivîskara Rojnameya Cumhuriyetê Ozlem Yuzak jî amaje bi wê yeke kir ku îro li hemû cîhanê bajarên bi betonê tên avakirin û gerdûn bi gazên kîmyewî ve tê tunekirin: "Polîtîkayên Tirkiyê bi taybetî li ser mezinbûnê hatine avakirin lê ev mezinbûn niha xwezayê talan dike. Ev mezinbûn dîsan li ser civakê bandoreke nebaş dihêle."

Herwiha lêkolînerên NASAyê ragihandin ku ew hişkesalî ku di sala 1998an de li Herêma Rojhilatê Derya Spî dest pê kiriye û welatên wek Tirkiye, Îsraîl, Urdun, Lubnan, Filîstîn, Qibris û Sûriye li xwe girtiye, wiha diyar e hişkesaliya herî dijwar ya 9 sedeyên dawîn e. Karîgeriya vê hişkesaliyê her berdewam e.