Kurd li Parlementoya Iraqê peyamekê arasteyî Ebadî dikin

Serokê fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê, peyameke Kurdî ya hevbeş aresteyî Serokwezîrê Iraqê dikin û daxwaza agahdariya her guhartinekê di hikûmetê de dikin.

K24 – Hewlêr

Serokê fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê, peyameke Kurdî ya hevbeş aresteyî Serokwezîrê Iraqê dikin û daxwaza agahdariya her guhartinekê di hikûmetê de dikin.

Serokê fraksyona PDKê Xisro Goran ji K24ê re ragihand ku, di civîna îro ya Parlementoya Iraqê de, fraksoyên Kurdî peyameke hevbeş dê arasteyî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bikin, tê de daxwaza agahdariya her guhartinekê hikûmetê de bikin.

Goran got jî: “Em xwast ji Ebadî re bibêjin, derbarê guhartinên wezîrên Kurd di kabîneya hikûmetê de, bê rêkeftin nabe. Herwiha dema guhartina giştî ya hikûmetê jî hebe, divê rêkeftin ligel Kurdan hebe.”

Bo guftûgo derbarê guhartina hikûmeta Iraqê, biryar e îşev fraksyonên Kurdî di Parlementoya Iraqê ligel Serokwezîr Ebadî bicivin.

Berî demekê, Ebadî ragihandibû, bi mebesta çaksaziyê dê guhartinê di kabîneya hikûmetê de çê bike, lê Kurd daxwaza agahdarbûna her niyaz û guhatinekê dikin.